Gelek spas Kek Ewdila, Belê not standin werger e. Ku minê bigota "min nivîsand", bes têrê dikir. Ji bona sererastkirina te gelek kêfxweş bûm. Destê te sax.
Bedo. 2008/12/24 evdila dewres <[email protected]> > Silav, > destê te xweş kekê bedirxan, > di vê nivîsê de bi taybetî şaşiyek bala min kişand. te gotiye ku "*min > notan* *istand ku bi* *endamên Diwanxanê re parve bike"*: dive te bigota *min > not standin*. bi vî awayî ji aliyê rastnivîsê ve rast e lê dibe ku ev jî > ji aliyê şêwaza kurdî ve şaş be ango di şûna not standinê de em dikarin > tiştekî din jî bi kar bînin. Wek mînak: di dewsa standin an jî girtin de em > dikarin *nivîsînê, *em dikarin tiştên baştir bibînin... > silav û hurmet > E.Dewrêsh > > --- On *Tue, 12/23/08, Bedirxan Badili <[email protected]>* wrote: > > From: Bedirxan Badili <[email protected]> > Subject: {Diwanxane} Re: TZP-Kurdi Chalakiyek Li Dar Xist > To: [email protected] > Date: Tuesday, December 23, 2008, 2:03 PM > > > Kek û bira û xwîşkên ezîz, > > Ew nivîsa mina hanê di malpera TZP-Kurdî de hatiye weşandin: > > http://www.tzpkurdi.com/modules.php?name=News&file=article&sid=234 > > Ji berpirsiyarê malperê re gelek spasiyên xwe dişînim. Mamosteyê hêja Xwedê > ji te razî be, a rastî mirow bi teşwîqê kêfxweş dibe û dixwaze rintir > binivîse. > > Bedoyê Jidilaşiqêzimanêkurdî > > 14 Aralık 2008 Pazar 01:52 tarihinde Bedirxan Badili > <[email protected]>yazdı: > >> TZP-Kurdî îro(13.12.2008) Stenbolê li komela Eruhiyan de (di Fatîhê, >> Bazara Sêrtiyan de) çalakiyek li ser zimanê Kurdî li dar xist. >> >> Di TZP-Kurdî de Komîsyona Hişmendiyê Zimanê Kurdî berê li cihê Enstituya >> Kurdî ya Stenbolê de wekî gelek caran saet 14:00an de civiya. Paşê li gor >> projeyê, wekî bi endamên komîsyona hişmendiyê çûne Fatih Komela Eruhiyan. >> Komelayê de Mamoste Rifat, pêşvazî kir û li pey hev Mamoste Marûf, Mamoste >> Mewlûd û nivîskar Miraz Ronî li ser zimên axivin. Dawiyê de Miraz Ronî li >> ser elfabeyê Kurdî dersek jî nîşan da. Bîzer(Guhdarvan) bala xwe da û bi >> elaqadariyekî mezin tev li dersê bûn. Bedirxan Badilî jî dîsa (kêm-zêde, >> şaş-rast) notan istand ku bi endamên Diwanxanê re parve bike. De kerem kin, >> bixwînin her sê mamosteyên me çi anîne zimên: >> >> Mamoste Marûf: >> >> Hevalên ezîz merheba ji we hemuyan re. Bona hatina we, bona beşdar bûna >> we em gelek kêfxweş bûn. >> >> Wekî hûn jî dizanin, di dîrokê de, di tarîxê de taybetiyek axa me, yanî >> erdnigariya me, coxrafya me heye ku gelên Asya, Ewropa û Afrîka li ser >> welatê me derbas bûne. Meriv nikare bijmêre di Anatoliyê de çend gel asîmle >> bûne. >> >> Manaw, hûn dizanin di herêma trakyayê de û di herêma marmarayê de dijîn û >> axê gelek hez dikin; meriv dikare bibêje pisporê cotkariyê ne. Va ew manaw >> neviyê Îyoniyan in. Îyon, kalkê Yewnaniyan bûn, ew her du wek hev in. Êdî >> manaw bûne Tirk. Wekî din gelê Ûbih bona zordariya Urûsan têne Anatoliyê. Ew >> jî niha bûne Tirk. Her dîsa li vê derê Boşnak û Pomak(Bulxarên Misilman), >> Laz, Osetî, Lezgî, Gurcî, Abhaz, Çerkes, Qereçî; hemû vê axê de bûne Tirk û >> hinekî wan jî bûne nijadperest... >> >> A niha rewşa me Kurdan ji wan gelan baştir nîne. Em divê kumê xwe daynin >> berê xwe û rind bifikirin. >> >> Rewadî eşîra Selhedîn e. Berê Şedadî û Rewadî du dewletên serbixwe bûn. Ew >> li axa niha cihê Azerbeycanê bûn. Di sala hezar û nehsed û sih(1930)an de tê >> pirskirin û li Azerbaycanê sed û pêncî hezar kes dibêjin em Kurd in û bi >> Kurdî xeber didin. Niha heyf e ku bi tenê sêzde hezar kes mane ku dibêjin em >> Kurd in. Yanî bê perwerdehiyê Kurd dihelin, têk diçin. >> >> 1908an de Seîdê Kurdî dibêje li Stenbolê protestoya fesên Austuryayê de >> bîst hezar hemalên Kurd bi tenê Bedlîsî hene. Niha sed sal derbas bûye. Tu >> cîvaknas nabêjin ku Kurd dîsa çûna welatê xwe. Gelo sed sal berê ew qas >> hemal û malbatên wan çi bûne? Bê şik hemû asîmle bûn û neviyên wan îro >> nabêjin eslê me Kurd in. Derdikeve holê ku bê sazî, bê rêxistin gel hemû >> asîmle dibin, xwe wenda dikin. Kurd ku xwediyê zimanê xwe nebin, gelê Kurd >> du nifşê dûre, wekî gelên din ên asîmle bûyî, em jî nabînin. >> >> Mewlûd Aykoç: >> >> TZP-Kurdî çiye? Wekî hûn jî dizanin heya niha di Tirkiyeyê de Kurdî wekî >> tune hatiye hesibandin. Gel bi zimanê xwe heye. Bê ziman gel namîne. Em wekî >> TZP-Kurdî dixwazin >> gelê me bi zimanê xwe biaxive. Em dixwazin zimanê Kurdî, di Tirkiyeyê de >> bibe zimanê fermî yê duyemîn. Bi zimanê Kurdî, ji dibistana seretayî bigre >> heta zanîngehê bila bi zimanê Kurdî jî perwerdehî bibe. >> >> Pirsgirêka me ya herî mezin ew e ku zarokên me êdî bi Kurdî neaxivin. Ku >> rewş wisa bidome, rojek were ku ew jî bibine Tirk. Em nabêjin Tirk bûn >> tiştekî xirab e. Lê çawa Tirk bûn nirxek e, eynî wisa Kurd bûn jî nirxek e. >> Hîn bûn û axaftina Kurdî, tu carê ji bona zarokê me nabe astengê >> perwerdehiyê. >> >> Êdî di Tirkiyeyê de bila tîpên x,w,q neyên qedexe kirin. Em mafên xwe yên >> xwezayî dixwazin. Di dinyayê de çawa her gel bi zimanê xwe perwerde dibin, >> wekî wana zimanê xwe dixwazin. Em ji kesî zêdetir tiştek nexwazin. >> >> Miraz Ronî: >> >> Ew qas Kurd hatine vir. Ji bona me ew rûmet e. Gelek spas. >> >> Di dîrokê de Kurd çend elfabe bikaranîne. Niha elfabe Erebî, Krîl û Latînî >> tê bi kar anîn. Li Sûryeyê û li Tirkiyeyê Kurd piranî bi Latînî dinivîsin û >> dixwînin. Hîn bûna elfabê Kurdî gelek hêsan e. Emê a niha bibînin. >> >> Wekî din, ku destûra we hebe, ez hinek li ser zimanê Kurdî bisekinim. >> Kurdî di nav malbata zimanên Hind-Ewropayê ye. >> >> (Paşê Miraz Ronî Elfabe Kurdî bi tîpên gir û hûr 31 herf li ser textê sipî >> nivîsî û gelek agahî da me.) >> >> >> Rapornivîs: Bedirxan Badilî >> "xulamê zimanê Kurdî" >> msn a min: [email protected] >> >> "Bi kar anîna Kurdiyeke şaş, >> ji zimanên din ên baş, >> baştir e, şiyar be, rojbaş!.." >> >> ji zimanên din ên baş, >> baştir e, şiyar be, rojbaş!.." >> >> >> >> >> -- Bedirxan Badilî msn a min: [email protected] "Bi kar anîna Kurdiyeke şaş, ji zimanên din ên baş, baştir e, şiyar be, rojbaş!.." --~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~ - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane -~----------~----~----~----~------~----~------~--~---
