Divê ez tiştekê eşkere bikim:

Malbata min di Partiya Demokrat ya Kurdistanê de ciyeke taybet hebû û
heye. Bavê min, bapîrê min û mamên min baştirîn û emîntirîn hevalên
Mesud Barzanî bûn di şerî de û wûsa ne jî. Niha Serok Barzanî bibêje:
"Bedel bimire, ez ê xwe bikujim". Malbata min tev wûsa ye. Dema ez
zarok bav û bapîrê min, mamên min diçûn li gel PDK'yê bi mehan bi
salan nedihatin. Em ji birçîna difetisîn. Gundê me li nav PDK ji
960'an pirtir şehîd hene. Lewma navê min Bedel e. Me madalya (nîşana)
Kurdistanê heye. Gotine bila bibe "Bedelê şehîdan" û navê min kirin
"Bedel". Diya min bê hejmar caran çenteyê xortên me tejî dikir ji
xwarin û vexwarinê û dişand şerî. Lê êdî venedigeriyan. Dibûn şehîd.
Lê ev nayê wê wateyê ku ew zilma niha PDK li kurdan dike ez ê veşêrim.

Em li gel hemî partiyên kurdan dilsoz bûn û dê dilsoz û canfeda bîn
jî. Dema tev pêşmergeyî Kurdistan terikandiye û xwe spartiye Îranê bi
tenê malbata min Kurdistan berneda û şerê xwe dom kir. Serokatiya
partiyê pir hêvî û rica kir ku malbata min gundê xwe berde da ku neyê
tunekirin. Lê ser xatirê serok Barzanî bi tenê jin, zarok û kal şandin
Îranê ên din Kurdistan bernedan û şerê xwe domkirin li hemberî Seddam
û caşên wî..

Min di nivîsara din de jî gotibû. Serok Mesud Barzanî hatiye
dorpêçkirin. Dest û piyên wî girêdan e. Dixwaze tiştên pir baş çêbibin
lê nahêlin. Kê wûsa kiriye? Dîsa partiya wî. Çawa? Niha sîstema li wir
eşaîrî ye. Ger dilê serok-eşîrekê bişkîne ew dê alîkariya ereban
bikin. Lewma nikare ewqas di ser wan de here. Pir sedemên din jî hene
lê ev mînakeke.

Tu bitenê 1 kesê ji rêvebertiya Kurdistanê nexeyidî nabînî. Kesekê
tenê jî... Jixwe em tev malbatên şehîdan gelek dilşkestî ne.

Kurdên li wir ên dengê xwe didin PDK'yê ser xatirê serok Mesud Barzanî
didin.

Yanî bizanin ku kesê vê nivîsarê dinivîse bi tenê rastiyan dibêje. Ger
niha jî pêwîst be em ê canê xwe feda bikin...

Li gor lêkolînên xwe ez hindik dibêjim. Peyvan sivik dikim. Ku hûn guh
bidin dengên tomarkirî yên malbatên şehîdan dê şaxê we biçe heft
asîmanan.

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap