TIŞTÊN NIHA LI BAŞÛR PIR TÊN GOTIN: Bedel Boselî [email protected]
--"Mêhvanên hêja me rêzdar Îsmaîl Beşîkçî vexwendibû vê festîvalê nehatiye lê bo me nameyek şandiye. Ez dixwazim nameya cenabê wî bixwînim: '"...Ji ber ku herêma Kurdistanê ez vexwendime vê fîstevalê ez pir dilxweş bûm. Lê ez nayêm Kurdistanê, min li xwe qedexe kiriye ji ber ku sedema vê zordestiya mezin ya li kurdan tê kirinrêveberên kurdan in û kurd bi xwe ne...". (Festîvala Rewşenbîrî ya Duhokê, 2005) --Ev tespît mijara nîqaşên mezin e: Xort û xwendevanên Behdînan tu zimanan baş nizanin. Ne kurdî, ne ingilîzî ne erebî ne jî tişteke din... Bi kurdo-erebî xwe hinek îfade dikin. Heta 2005'ê jî bi pirtûkên Seddamî ders didan. Wêneyên Seddamî li ser rûpelê pêşîn bû. Min ew wêne bi hêrs ji pirtûkên zarokan vekiribûn. --Dema hûn çûn Kurdistanê albûmên Îsmaîl YK û hwd. li gel xwe bibin. Ciwanên wan teqez dê ji we bixwazin... --Hûnermendên Duhok û Zaxo bi piranî stranên tirkî didizin û dikin kurdî. Li ba wan hûnermendên navdar dizî tiştekî normal e. 1-) PARÊZGERÊ/WALIYÊ DUHOKÊ: Di demeke kurt de Temer Remezan, waliyê Duhokê wê ji walîtiyê bê avêjtin. Ji ber ku pir zêde pere xwarine. Piştî bû walî ew û malbata xwe bûn zengîntirînê Duhokê. Niha hemî nelirêtiyên wî hatine tespîtkirin. Dê ji walitiyê bê avêjtin. Tu li Duhokê bi tenê kesekê jî jê razî nabînê. Ger we dît destê min bibirin... 2-) RÊVEBERÊ ZANKOYA DUHOKÊ: Piştî ku bû rektor zengîntirîn keseke ku li Duhokê. Ew bînayên mezin bînayên pir mezin ên xweşiktirîn, otêlên hêja yên wî ne. Çawa rektorek ewqas zengîn dibe? Zengîniyeke ji rêzê der... 3-) SEROKEKE PÊŞMERGEYÎ LI DUHOKÊ: Diziyên ku wî kirine bi milyon dolaran e. Hatiye tespîtkirin û cezakirin. Her mehê dê 200 hezar dolaran bo 20 salan ceza bide. Û ji pêşmergetiyê hat avêjtin. 4-) NÊÇÎRVAN BARZANÎ: Sala 1992'wê axaftina wî tam ev e. Ne kêm ne zêde: "Kesekê ku ji xeynî mala Barzanê serê xwe rake, bibêje ez ê pêşkêşiya kurdan bikim. Ez ê serê wî bipirçiqînim". Ev gotin li Zaxo kiribû. Yên li wir, di wê civînê de ji min re gotin. Dengê wan tomarkiriye. Û ew mirov hemî jî niha dijîn. Jixwe Nêçîrvan Barzanî rizgarbûna Kurdistanê ji Serok Mesud Barzanî xwestibû ku "tîma kujer" (mîna JÎTEMa tkan) ava bike lê serokî destûr nedabû. Ew "Tîma Kujer" da kurdên "xaîn"(!) tune bike... 5-NOŞÎRWAN MISTEFA: Kujerê jaran e. Di serhildanê de Mesud Barzanî 80 şîî'yên hêsîr teslîmî wî kiribûn. Gotibû ev êmanetî te ne. Heya em diçin Îranê û tên li van jin û zarokên Şîî miqate be. Dema serok Mesud vegeriya dît ku wî hemî hêsîr reben kuştine. Lewma ji partiyê hatibû îxrackirin. 6-ÊKGURTO (PARTIYA ÎSLAMÎ): Dema li hemberî DTP'ê (kurdan) AKP (tirk) serfiraz dibe li Başûr dikin şahî, li partiya xwe vê serkeftian AKP'ê pîroz dikin. Piştî Kurdistan Rizgar bûye li her derê alayên Kurdistanê hatin rakirin. Wan ya Iraqê (ereban) rakirin û gotin; "em misilman bira ne". Di şevekê de kurdên Behdînan ji ber vê mijara alayan piraniya rêveberên wan kuştin. Lewma niha bii tenê ya Kurdistanê hildidin li li benda firsendê ne. 7- ZORDESTIYA SORANÎ: Dohtamama min li Duhokê master dikir. Niha wê doktora bike. Wê xwest li ser zimanê kurdî lêkolînekê bike. Gotin em ê te fînanse bikin. Lê dema pêhesiyan ku dê lêkolîn li ser kurmancî be ne soranî. Fînansman hat betalkirin. 8- XUTBEYÊN MELAYAN: Ez li Zaxo çûm nimêja xutbê. Xutebeya melayî ev e: "...Gelek cemeeta misimanan! Me zilma ereben kêşa, ya tirkan kêşa, ya farisan kêşa.. Gelo ev çi zilma kurdan e li ser me. Ev çi zilma Kurdistanê ye li ser me. Ka berê xwe bidinê. Zarokên me dê li seretayî(ilkokul) bi behdînî bixwînin, dê li navendî Soranî û amadehî erebî. Li zankoyê ingilîzî û erebî. salek dê wesa bibore û dê sîtemê guherin. Dê sala din dîsa guherin. Lê di hemî sîsteman de behdînî qedexe ye. Zarokên me gêj bûn. Çi zimanan nizanin. Nizanin dê çikeyn. Êdî ev zilma kurdan ya li ser me bes e!". Min got: "Xebat tu çima dersê jiber dikî. Fam bike, dahûrîne". Got: "Pismam ev e soranî ye ez fehm nakim çi dibêjit. Lewma ez jiber dikim. Ders bi soraniya Silêmaniyê ne. Heku ya Hewlêrê be dîsa baş e, ez ê fehm bikim. Lê ya Silêmanî ez fehm nakim. Jixwe ew bi xwe êkudu fam nakin ewqas zor e ". -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
