Kekê Bedel, destê te sax! Ji kekê xwe re du tişt bibêjim;
1- Tiştên ku tu tînî zimên li aliyekî ez pir xemgîn dibim: a- Em ew qas ji kurdistana azad hêvîdar bûn. Bi naveroka nivîsa te ew rastî derdikeve holê ku ev hêviyên me virr û derew in. b- Meriv bi avayekî sivik lê binêre; partiyekî kurdan tê reş kirin. 2- Lê li aliyekî pir şad bûm. a- Wêneyên realîst bi saya nivîsên te têne ber me. b- Tu bi rehetî rexneyan dinivîsî û kes ji te re nifiran nake. Çimkî tê bîra min ku yekî li ser Ocalan an li se partiya wî hema rexneyek gelek sivik jî binivîse, (min bibore lê a rast ew e ku) hevalên me yên wekî te, bersivên pir hişk dinivîsin. Carna şaş dimînim: Nav: Tevgera Azadî ye lê kes nikare wek kesekî/keseke azad ser wî rexneyek normal jî binivîse. (Mînak: A niha Xwedê zane ez ditirsim :) Bedirxan Badilî msn a min: [email protected] "Bi kar anîna Kurdiyeke şaş, ji zimanên din ên baş, baştir e ne wisa? Rojbaş!" 2010/1/3 Bedel Boselî <[email protected]> > Divê ez tiştekê eşkere bikim: > > Malbata min di Partiya Demokrat ya Kurdistanê de ciyeke taybet hebû û > heye. Bavê min, bapîrê min û mamên min baştirîn û emîntirîn hevalên > Mesud Barzanî bûn di şerî de û wûsa ne jî. Niha Serok Barzanî bibêje: > "Bedel bimire, ez ê xwe bikujim". Malbata min tev wûsa ye. Dema ez > zarok bav û bapîrê min, mamên min diçûn li gel PDK'yê bi mehan bi > salan nedihatin. Em ji birçîna difetisîn. Gundê me li nav PDK ji > 960'an pirtir şehîd hene. Lewma navê min Bedel e. Me madalya (nîşana) > Kurdistanê heye. Gotine bila bibe "Bedelê şehîdan" û navê min kirin > "Bedel". Diya min bê hejmar caran çenteyê xortên me tejî dikir ji > xwarin û vexwarinê û dişand şerî. Lê êdî venedigeriyan. Dibûn şehîd. > Lê ev nayê wê wateyê ku ew zilma niha PDK li kurdan dike ez ê veşêrim. > > Em li gel hemî partiyên kurdan dilsoz bûn û dê dilsoz û canfeda bîn > jî. Dema tev pêşmergeyî Kurdistan terikandiye û xwe spartiye Îranê bi > tenê malbata min Kurdistan berneda û şerê xwe dom kir. Serokatiya > partiyê pir hêvî û rica kir ku malbata min gundê xwe berde da ku neyê > tunekirin. Lê ser xatirê serok Barzanî bi tenê jin, zarok û kal şandin > Îranê ên din Kurdistan bernedan û şerê xwe domkirin li hemberî Seddam > û caşên wî.. > > Min di nivîsara din de jî gotibû. Serok Mesud Barzanî hatiye > dorpêçkirin. Dest û piyên wî girêdan e. Dixwaze tiştên pir baş çêbibin > lê nahêlin. Kê wûsa kiriye? Dîsa partiya wî. Çawa? Niha sîstema li wir > eşaîrî ye. Ger dilê serok-eşîrekê bişkîne ew dê alîkariya ereban > bikin. Lewma nikare ewqas di ser wan de here. Pir sedemên din jî hene > lê ev mînakeke. > > Tu bitenê 1 kesê ji rêvebertiya Kurdistanê nexeyidî nabînî. Kesekê > tenê jî... Jixwe em tev malbatên şehîdan gelek dilşkestî ne. > > Kurdên li wir ên dengê xwe didin PDK'yê ser xatirê serok Mesud Barzanî > didin. > > Yanî bizanin ku kesê vê nivîsarê dinivîse bi tenê rastiyan dibêje. Ger > niha jî pêwîst be em ê canê xwe feda bikin... > > Li gor lêkolînên xwe ez hindik dibêjim. Peyvan sivik dikim. Ku hûn guh > bidin dengên tomarkirî yên malbatên şehîdan dê şaxê we biçe heft > asîmanan. > > -- > - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane > grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin > bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u > rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, > dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. > - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin > hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her > inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba > propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da > siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. > MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: > http://groups.google.com.tr/group/diwanxane >
-- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
