Kekê Bedirxan re!

Di serî de ji hemî endam, xwendekar, nivîskar û kedkarên Koma Dîwnxanê 
re silav û rêz dibêjim, ji ber keda wan ê kurdewar jî serkeftinê dixwazim, 

dixwazim ku bi du sê hevokên kurt Hevalê xwe Bedirxan agahdar bikim, 

lê di serî de lêborîna xwe ji Heval Bedirxan û hemî endaman dixwazim ku min 

şaş fêm nekin ku ez bi meyl û teref diaxifim an ez şîretan li we dikim. 

 

Hevalno min nivîsên Mamoste Bedel bi xemgînî xwendin, ji bo lêkolîn û nivîsên 

wî rêz û hurmet, destên wî saxbin. tuştên ku hevalê hêja anîbûn zimên ji sedî 
nod 

em jê agahdarin, lêbelê gotinên Mamoste Bedel bi bingeh û bawerî ne, ji ber ku 

hevalê me ji wê herêmî re biyanê nine û dijberê wê herêmî jî nine. 

 

Îcar berê xwe bidime bi rêz Bedirxan, hevalê minê hêja dibêje ku yek rexneyan 
li Ocalan an 

jî li ser partiya wî binivîse gelek heval bertek nîşan didin, belê dibe ku tu 
li gorî niyeta xwe yê 

baş mafdar bî, lê mixabin ne usa ye, bi rêz Ocalan afirînerê heyînekî û rêberê 
têkoşînekî netewî ye, 

yek pênûsekî wî yê taybet jî nîne, bi rêz Ocalan ji her kesekî zêdetir li ser 
şopa şehîdên 

kurdistanê ye, û ji her kesekê zêdetir girêdayî doza azadî û neteweyî ya 
kurdistanê ye, 

 

xalekî din te gotibû partiya wî, lê mixabin partî, partiya kurd û kurdistanê 
ye, kedkar û fedekarê 

niştîmanekî azad û pêşerojek xweser û mirovahî ye, birayê delal kesê xebatkar û 
kedkar be mafê 

wî yê rexneyê jî heye, belê car din mixabin ku ez gelekî kesan nas dikim û 
dibînim bi çi awayî 

bextreşiyê dikin, 

 

di bin navê rexneyê de kîna xwe wekî xwîn vedireşên, hevalno serdema îro de 

ên ku dubendî bixîne nava kurdan, ên ku heyîn û destkeftiyan biçûk bibîne, ên 
ku vê ked û berxwedanê 

nebîne, ên ku ji xwîna sî hezar şehîd û canfîda re rêz negre, ji kurd bûn û 
mirov bûna wî re bi gumanim...

  

silav û serkeftin          Mamoste Haydar


Date: Tue, 5 Jan 2010 01:04:18 +0200
Subject: Re: {Diwanxane} Re: Sîstema Başûrî Kurdistanê BAAS'a Kurdewar e (2)
From: [email protected]
To: [email protected]


Kekê Bedel, destê te sax! 
 
Ji kekê xwe re du tişt bibêjim; 
 
1- Tiştên ku tu tînî zimên li aliyekî ez pir xemgîn dibim:

a- Em ew qas ji kurdistana azad hêvîdar bûn. Bi naveroka nivîsa te ew rastî 
derdikeve holê ku ev hêviyên me virr û derew in. 

b- Meriv bi avayekî sivik lê binêre; partiyekî kurdan tê reş kirin. 
 
2- Lê li aliyekî pir şad bûm. 
 
a- Wêneyên realîst bi saya nivîsên te têne ber me. 
 
b- Tu bi rehetî rexneyan dinivîsî û kes ji te re nifiran nake. Çimkî tê bîra 
min ku yekî li ser Ocalan an li se partiya wî hema rexneyek gelek sivik jî 
binivîse, (min bibore lê a rast ew e ku) hevalên me yên wekî te, bersivên pir 
hişk dinivîsin. Carna şaş dimînim: Nav: Tevgera Azadî ye lê kes nikare wek 
kesekî/keseke azad ser wî rexneyek normal jî binivîse. (Mînak: A niha Xwedê 
zane ez ditirsim :) 
 
Bedirxan Badilî
msn a min: [email protected]

"Bi kar anîna Kurdiyeke şaş, 
         ji zimanên din ên baş, 
                    baştir e ne wisa? Rojbaş!"
 
 
 
2010/1/3 Bedel Boselî <[email protected]>

Divê ez tiştekê eşkere bikim:

Malbata min di Partiya Demokrat ya Kurdistanê de ciyeke taybet hebû û
heye. Bavê min, bapîrê min û mamên min baştirîn û emîntirîn hevalên
Mesud Barzanî bûn di şerî de û wûsa ne jî. Niha Serok Barzanî bibêje:
"Bedel bimire, ez ê xwe bikujim". Malbata min tev wûsa ye. Dema ez
zarok bav û bapîrê min, mamên min diçûn li gel PDK'yê bi mehan bi
salan nedihatin. Em ji birçîna difetisîn. Gundê me li nav PDK ji
960'an pirtir şehîd hene. Lewma navê min Bedel e. Me madalya (nîşana)
Kurdistanê heye. Gotine bila bibe "Bedelê şehîdan" û navê min kirin
"Bedel". Diya min bê hejmar caran çenteyê xortên me tejî dikir ji
xwarin û vexwarinê û dişand şerî. Lê êdî venedigeriyan. Dibûn şehîd.
Lê ev nayê wê wateyê ku ew zilma niha PDK li kurdan dike ez ê veşêrim.

Em li gel hemî partiyên kurdan dilsoz bûn û dê dilsoz û canfeda bîn
jî. Dema tev pêşmergeyî Kurdistan terikandiye û xwe spartiye Îranê bi
tenê malbata min Kurdistan berneda û şerê xwe dom kir. Serokatiya
partiyê pir hêvî û rica kir ku malbata min gundê xwe berde da ku neyê
tunekirin. Lê ser xatirê serok Barzanî bi tenê jin, zarok û kal şandin
Îranê ên din Kurdistan bernedan û şerê xwe domkirin li hemberî Seddam
û caşên wî..

Min di nivîsara din de jî gotibû. Serok Mesud Barzanî hatiye
dorpêçkirin. Dest û piyên wî girêdan e. Dixwaze tiştên pir baş çêbibin
lê nahêlin. Kê wûsa kiriye? Dîsa partiya wî. Çawa? Niha sîstema li wir
eşaîrî ye. Ger dilê serok-eşîrekê bişkîne ew dê alîkariya ereban
bikin. Lewma nikare ewqas di ser wan de here. Pir sedemên din jî hene
lê ev mînakeke.

Tu bitenê 1 kesê ji rêvebertiya Kurdistanê nexeyidî nabînî. Kesekê
tenê jî... Jixwe em tev malbatên şehîdan gelek dilşkestî ne.

Kurdên li wir ên dengê xwe didin PDK'yê ser xatirê serok Mesud Barzanî
didin.

Yanî bizanin ku kesê vê nivîsarê dinivîse bi tenê rastiyan dibêje. Ger
niha jî pêwîst be em ê canê xwe feda bikin...

Li gor lêkolînên xwe ez hindik dibêjim. Peyvan sivik dikim. Ku hûn guh
bidin dengên tomarkirî yên malbatên şehîdan dê şaxê we biçe heft
asîmanan.

--
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
                                          
_________________________________________________________________
Windows Live: Arkadaşlarınız size e-posta gönderdiklerinde Flickr, Twitter ve 
Digg'deki hareketlerinizi görürler.
http://www.microsoft.com/windows/windowslive/see-it-in-action/social-network-basics.aspx?ocid=PID23461::T:WLMTAGL:ON:WL:tr-tr:SI_SB_3:092010
-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap