Sipas ji bo elaqedariya we. Em gilî û gazinên we yên li ser serdestbûna zimanê tirkî we mafdar dibînin. Bi ya me jî be, em naxwazin ku bi tirkî were nivîsandin û kurdî li paş bimîne. Daxwaza me ew e ku zimanê me yê şêrîn di her qad û platformê de, zimanê dan û stendinê be û êdî serdestiyê ji zimanên biyanî bistîne. Ji ber rewşên aloz meriv dikare axavtina tirkî an jî zimanekî din normal bibîne, lêbelê di platformeke mîna vê platformê de nivîsandina tirkî gere rewa neyê dîtin. Helbet vê yekê bo kesên ku bi kurdî dizanin dibêjim, çi kurmancî çi zazakî. Yên ku kurdî nizanibin jî bila ji bo hînbûnê xwe hinekî biwestînin, divê ravekirina bîr û hizran ne ewqasî sehl be! Kesên ku doza tiştekî dikin, divê wî tiştî bi kiryarên xwe jî isbat bikin. Bi ya min divê kak Cevdet ji niha û pê de rexne û nêrînên xwe bi zazakî binivîse. Ku zazakiya wî ne baş be, divê li ser zaravayê xwe bixebite.. Daxwaza me nivîsandin û axavtina kurdî ye, lê em nikarin peyamên ku tên asteng bikin. Em ya xwe dibêjin û herkesî azad dihêlin, herkesî û biryara xwe...
Berî ku biqedînim, divê tiştekî din li serê zêde bikim. Hin hevalên komê hene ku her tim gazinan dikin û dibêjin: "Hûn çima destûrê didin ku xayin û xwefiroş li vira binivîsin?" "Hûn çima peyamên mirovên noker û xizmetkarê dewletê diweşînin?" û hwd.. Hevalên hêja.. Yên ku hûn xayin û noker dibînin, li gorî me ne wisa ne.. Em dubare dubare dibêjin û me di dirûşma komê de jî aniye ziman: Evder platformeke azad e... Ez heyanî niha rastî heqareteke birêz Cevdet Akbay nehatime, ezê çima nivîsên wî asteng bikim? Ew jî wekî herkesî fikr û nêrîna xwe dibêje, hûn jî bersiva wî didinê û hûn di ser re jî wî bi tawanên herî giran tawanbar dikin.. Demokrasiya ku em ji xwe re dixwazin, divê em şanî însanên din jî bidin. Silav Serger Barî -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
