Birêz Mîro Shadî
Emê li ser daxwaza we, we ji komê derxînin. Madem hûn naxwazin li vir
bisekinin, tiştekî bêjin tune ye.
Heke mijar tenê, daxwaza we ya derketina ji  komê bana, pêwistî bi
bersivdanê û nîqaşê çênedibû.
Lê hûn neheqiya dikin, bêbextiya dikin, siqêfan dikin, heqaretan dikin û
piştre dibêjin: "Min derxînin."
Ji ber vê jî ez xwe ji bo bersivdanê mecbûr dibînim.

Min di serî de gotibû ku rexneyên li ser kêmnivîsandina kurdî û serdestiya
tirkî mafdar in.
Em rexneyên bi vî awayî ji serî, hetanî dawî di cih de dibînin û beşdarî wan
nêrînan dibin.
Xemxurî û fedakariya ji bo zimanê kurdî ji bo me herdem hêja û pîroz in.
Em her dem girîngiyê didine zimanê xwe û hetanî ji me tê em zimanê xwe hîn
dibin.
Fêda vê komê ji bo zimanê kurdî pir zêde ye. Piştî derketina vê komê gelek
kes ji girîngiya zimanê xwe haydar bûn û ketine nav hewldana. Ez gelekan ji
wan dizanim ku piştî nîqaşên di vê komê de hatine kirin berê xwe dane kurdî
û niha zimanê wan gelekî çêtir e. Bo  mînak yek ji Moderatorê koma
me Bedirxan Badillî, bi saya nivîs û guftûgoyên Komê kurdiya xwe pêşdetir
bir û niha bi zimanê xwe rehettir dinivîse.
Ji dervayî ziman jî, bi saya vê komê haya gelek kesan ji kurdîtiya wan
çêbûye û ramanên neteweyî bi wan re derketiye holê.

Helbet, mebesta min ne ew e ku ez pesnê komê bidim û fêda wê binirxînim
(cihê vê yekê nivîseke din e).

Ez dubare dubare dibêjim: "Rexneyên li ser pêşdebirina ziman bi çi curî
dibin bila bibin, em hemûyan mafdar dibînin."
Ziman ji bo me rûmet e, xîret e, hebûn e.. Ku ziman nebe tiştek nabe.. Kurd,
bê zimanê xwe ne tiştek in.
Baweriya me ew e ku divê zimanê kurdî bi qandî baweriyeke pîroz muhîm be..

Îtiraza min ya li gotinên we û hevalan jî ne di vê çarçoveyê de bû..
Peyama min ya dawiyê jî ne ji ber nêrînên we yên li ser ziman bû.
Lê hûn heqaretê dikin û gotinên ne li rê bi lêv dikin.
Ger ku we rexneyên xwe û nêrînên xwe bi şêwazeke xweşik û rewa anîba ziman,
min tu carî bersiv nedida we.
Min ê jî piştgirî daba we û min ê mîna we binivîsanda.

Birê Mîro Shadî,
Em niha we  ji komê derdixinin.
Lê vê bizanibin ku, hûn li vir bin jî, ne li vir bin jî, emê girîngiyê
bidine zimanê xwe û emê
herdem bo zimanê xwe bitêkoşin.

Bi hêviya ku em hev baştir fêhm bikin û gotinên nelê ji nava xwe rakin.

Silav
Serger Barî

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap