Birêz Sergerbarî; Welle qasî ku min fehm kir ji we; hûn di nava heqeret, reşkirin û rexneyê de çi ferk hene nizanin. Yan jî dizanin lê bi kêra we nayê ji ber wê hûn dengê xwe nakin û li gor dilê xwe dewam dikin. Yaw mêrik rabûye gotiye ku; Hûn ergenokonci ne? hûn û serokên we zilamê dewlet in, tsk û hûn bi hev re ne ... filan û bêvan. Heqeret ne têne bi sixêfê ye. Tevgerek heye ku sih salane li ser çiyayan di nava sar u seqemê de şer dike û bi hezaran şehid dide dibe zilamê dewletê lê partiyek heye ku her meh bi tskye rudine û ji bo ji holê rakirina kurdan plan amede dike dibe azadixwaz û nizanim çi? Heqereta mezin ew e ku li diwanxaneyê tê kirin. Ez dinêrim ku gotina demokrasi di devên we de buye benişt lê hûn ji demokrasiyê jî fehm nakin. Demokrasi mafê reşkirin û heqereta li ser tevgera azadî nîne ku li vir tê kirin. Gava ku yekî/yeke rabe û bêje ku ev û ew noker in, ajan in nizanim çi ...Hûn hema radibin û dibêjin ku mafên we yên heqeratê nîne û peyamên me naweşînin lê henek kes hene ku ji serê sibehê radibin û tenê herî davêjîn partiya azadî ew jî dibe demokrasî û hûn hema cih didin gotina wan û bi navê demokrasiyê hûn peyamên wan diweşînin? Belê eynen gotin gotina min e ku fehmkirina we ji demokrasiyê ew e ku reşkirina tevgera azadiyê ye.
2010/1/22 Serger Barî <[email protected]> > Sipas ji bo elaqedariya we. > Em gilî û gazinên we yên li ser serdestbûna zimanê tirkî we mafdar dibînin. > Bi ya me jî be, em naxwazin ku bi tirkî were nivîsandin û kurdî li paş > bimîne. > Daxwaza me ew e ku zimanê me yê şêrîn di her qad û platformê de, zimanê dan > û stendinê be > û êdî serdestiyê ji zimanên biyanî bistîne. > Ji ber rewşên aloz meriv dikare axavtina tirkî an jî zimanekî din normal > bibîne, lêbelê > di platformeke mîna vê platformê de nivîsandina tirkî gere rewa neyê dîtin. > Helbet vê yekê bo > kesên ku bi kurdî dizanin dibêjim, çi kurmancî çi zazakî. Yên ku kurdî > nizanibin jî > bila ji bo hînbûnê xwe hinekî biwestînin, divê ravekirina bîr û hizran ne > ewqasî sehl be! > Kesên ku doza tiştekî dikin, divê wî tiştî bi kiryarên xwe jî isbat bikin. > Bi ya min divê kak Cevdet ji niha û pê de rexne û nêrînên xwe bi zazakî > binivîse. > Ku zazakiya wî ne baş be, divê li ser zaravayê xwe bixebite.. > Daxwaza me nivîsandin û axavtina kurdî ye, lê em nikarin peyamên ku tên > asteng bikin. > Em ya xwe dibêjin û herkesî azad dihêlin, herkesî û biryara xwe... > > Berî ku biqedînim, divê tiştekî din li serê zêde bikim. > Hin hevalên komê hene ku her tim gazinan dikin û dibêjin: "Hûn çima destûrê > didin ku xayin û xwefiroş li vira binivîsin?" > "Hûn çima peyamên mirovên noker û xizmetkarê dewletê diweşînin?" û hwd.. > > Hevalên hêja.. Yên ku hûn xayin û noker dibînin, li gorî me ne wisa ne.. > Em dubare dubare dibêjin û me di dirûşma komê de jî aniye ziman: > Evder platformeke azad e... > Ez heyanî niha rastî heqareteke birêz Cevdet Akbay nehatime, ezê çima > nivîsên wî asteng bikim? > Ew jî wekî herkesî fikr û nêrîna xwe dibêje, hûn jî bersiva wî didinê û hûn > di ser re jî wî bi tawanên herî giran tawanbar dikin.. > > Demokrasiya ku em ji xwe re dixwazin, divê em şanî însanên din jî bidin. > > Silav > Serger Barî > > > -- > - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane > grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin > bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u > rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, > dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. > - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki > sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, > her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara > sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren > gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: > Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: > http://groups.google.com.tr/group/diwanxane -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
