Birêz Mamoste Ehmed,
Ez bawer im hûn bi zanebûn meselê diçerixînin aliyekî din.

Berî mijarê dirêj bikim û bikevim nav şîroveyên ne pêwist,
dixwazim ji we û hevalên mîna we difikirin tenê pirsekê bikim;
Madem tawanbarkirina bi nokerî, xayintî, xulamtî û yan jî em bêjim bi
ajantiyê heqaret û reşkirin e, naxwe hûn çima bi şev û roj, di her axavtin,
nivîs
û weşanên xwe de vê dikin?
Hûn çima her mirovê dijî PKKê ( Tevgera Azadiya Kurd ji PKKê pêk nayê), bi
xayintiyê tawanbar dikin
û hûn bi rûmeta wî dilîzin?
Bo mînak:
Şivan Perwer çima hetanî do jî xayin bû û weşandina stranên wî qedexe bûn?
Xayintiya Şivan Perwer ji ber kîjan sedemî û li gorî kîjan pîvanê bû?
Kemal Burkay ji ber kîjan kiryar û ramanên xwe nokerê pergalê ye?
Rojîn û Nîlufer Akbal çima bi gotinên nedîtî hatine reşkirin û heqaretên
nebûyî li wan hate kirin?
Bi sedan hunermend, zana û rewşenbîrên kurd, yên ne di bin sîwanê PKKê de ne
çima xulam û xayin in heyran?

Pirseke din:

Ji bo çi Şemdin Sakık xayın e, lê Abdullah Öcalan serokê gelê kurd e?
Pîvanê vî van darizandin û biryaran çi ne?

Heke baweriya we bi Demokrasiyê hebe û hûn dixwazin ku di her platformê de,
krîterên demokratîk werine şopandin
divê hûn daxwaza astengkirina peyamên tu endamî nekin.
Ma dema ku hûn fîlankes û bêvankesî bi her cure xerabiyan tawanbar dikin,
peyamên we têne astengkirin?

Em tev jî dizanin ku mebest ji heqaretê, gotinên dijî exlaqî ne.
Wekî gotinên Sirac Kekoyun û wekî gotinên Bedelê Boselî.
Min peyama Bedelê Boselî ya dawiyê neweşand, lewra rasterast siqêfan dike..
Tawanbarkirin jî heta cihekî rêya xwe heye, lê siqêf û dijûn tu carî nayêne
pejirandin.

Hêvîdar im ku me hevdî serwext kir.

Silav
Serger Barî

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap