Seeta te xweş bérız mamoste seid,tevlé tevaya névisén te débım
méridın ibrahim güçlü saya déjmınahiya Kürdén azad çébune..!
éja parézgeri dékın jé brahim güçlire,ev hezkérına van kesan heskırınek
valahiyeye bé seré ibrahim .
wey lé halé ibrahim're ku jévan heskérın püşra bawerke..
Date: Tue, 26 Oct 2010 00:37:29 -0400
Subject: {Diwanxane} îbrahîm Guçlû
From: [email protected]
To: [email protected]
Birêz Xwendevan,rêvebir û rencberên Dîwanxaneya dilsoz!
Ji kerema xwe ra li me biborin, ji ber ko nîvîsa me bi gelek çewtî û xeletîyan
hatiye şandin.Ev şandin ne bi vîna me bi karhatibû.Seranser bi yanişî çêbûbû,
lew ra nîvîs ne temam bûbû. Niha me nivîsa xwe temam kir û em wê ji nû ve bo we
bi rê dikin.
Bi sailav, heskirin û rêzên ji kûrahîya dil û kurdewer.
Seîdê Sîsî
Îbrahîm Guçlû!
Maşellah ji zatê Îbrahîm Guçlû ra! Wek Heseneyn Heykelê resen kurd ê Misrî, li
baya bezê di her babetê da fikrên xwe yên birsok bi raya giştî a kurdemend ra
parîve dike.Di her pênivîs livandina wî da an pelek heye bo PKK û heskiryên wê
an jî hejgek wî heye astengîyan diavêje pêşîya wan.Lê Guçlû xebat û lebatek
welê dike ku wek koremişkek ku di bin erdê da pozê xwe li axê dixe, ji wî wetre
dê dunyayê welgerîne û birûxîne lê axê bi serê xwe da dadixine, dirijîne.
Binêrin xwestina bi kurdî parasnameya KCKyîyan bi hesûdî dınırxîne. Wey efendim
divêya ku KCKyîyan bo parastina bi kurdi diberxwe bidayana.Ji wî wetre ev ne
rêxistinek bingehîn a sîyasî ye lê şûle rêxistinek xwendevanan e. Kuro di ser
dema me û DDKOyan da gelek sal û dem derbasbûne. Em dê dû pirsîyaran ji Guçlû
bikin:
Yek:Madema tu weqasî xwezî û hijmekarê kurdî yî tu çima timî bi kurdî nanivîsî?
Em li dijî zimanê tirkî û tû zimanî nîn in lê berya her tiştî em xizmetkar û
hijmekarê zimanê xwe ne.
Dido:Madema tu weqasî kurdewer î wek parêzerek te çima di doz û parastina
KCKyîyan da cih negirt? Te di doze da cih bigirtaya wê gave tû dikaribûn
xweştir û bi bandortir vê xwesteka parastina bi kurdî bianîbaya ziman. Lewre
tecrûba te hebûbû!!! Lê na! Hem kenar disekinî û hem ji miqlatikan dibêjî.
Li anagorê te ma KCKyÎ ne kurd in? CHP û MHP di hîmê xwe da herdû Jî partîyên
sosyo-nijad faşîst in, di derkarê kurd û kurdistanê da dema xalek bête hole
herdû partî ji li dora tirkayetîya xwe dicivin û li dijî kurdan radiwestin. Ma
tû û yên ku wek te dihizirin hûn bi qasî wan sosyal faşîstan jî ne hêşyar in?
Kurdokên wek we hebin me hewce bi dijminên dî nîn e. Hûn kurdok in û doza
kurdayokîyê dikin.Lê bizanibin ku ev şûl ne şûlê lotîyan e, di kuçeyên Amedê da
bi dîroşmeyan ev gemî li ser deryayê sobeber nabe.
Wele em pêşin bêjin te: Hak-parê te pak nekir, û kardepê te kar nekir û partÎ û
rêxistinê kurd ên mayî li te sitar nekirin.Te hemûyan ceriband lê tû li viçoyê
mayî.Te hinek belengazan dane dora xwe û propaxanda xwe bi wan da dikî û ew jî
ji te bawer dikin û ji t era li çepikan diixin. Tû ne Amedîyî ji ber wê yekê jÎ
Remzî Bocek nanasî.
Di salên 1960an da li Amedê Remzî Bocek hebû. Merivek dîn bû. Lê di hizra xwe
da wî jî pilotqe dikir. Di qehwexaneyan da ji nîşka ve hildikişîya ser kursîyek
an jî maseyek û nitiq dida. Ehlê qehwexaneyê jê ra li çepikan dixist û wî jî bi
hişê xweyê kêm û ne sax xwe siyasetmedarek dihesiband.
Li gore dîtina me tû li Amedê teqlîda Remzî Bocek dikî. Kuro li xwe varqile!
Kurdewerî ne wek te ye. Gidî qe şîretkiroxek tune ye li te şîretan bike? Bawer
bike ji pêş te ve em xecelet dibin, bi ber te dikevin. Tû çiqas xwe bidirînî jî
di çareserkirina pirsgirêka kurdî da tu kes xwe paxê te nagire. Lê dîsa tû
bidome. Heta vî temenê teyê por-herî tu welê hatî û tû dê welê jî bidomî.Dewê
te tirş e, gebola te kizîro bûye.Dîsa bila dewê te li gebola te be.
Em dil nadin lê dîsa em dê bêjin. Te xwe bi der daye. Heyf û sed mixabin! Îro
eger tû yek ji endamên wan xweşmêrên serê ne çîyayek, lê li serê heft çiyan
bûyayî jî bi teqîna tifingek tirtovirto an jî patpatokek ra te dê heta
Koçhîsarê banzbidaya. Kuro edê bes e xwe zêde mede dest û mede kifş kirin.
Hinek emegê te di oxira kurdayetÎyê da heye ewî jî heder meke. Me ecel ji dest
hev nîn e lê me gelek ji destê hevûdû dine.Me berê jî gotibû:
Kerikê ker ajo, ew kî ye te diajo?!
--
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin.
- Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina
aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete
saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi,
anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. Kurd
dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger Barî,
Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
--
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin.
- Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu
yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz.
Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz.
Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger
Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane