*Gelî brêzan,* *Ew ûrtên hatin li ser potansîyela Ku di serî de KDP û Özgürlük yolu, Rizgarî, Ala Rizgarî, DDKD, KUK, Kawa û hwd.. rûniştin gelo çima ked heramîyê dikin ? Her qezencê ji xwe re dikin par ev ked xwarin û înkat hatineke mezine. Erê îroj hêza we heye lê ev jî wê rojekî dakeve jêrê. Ewilî her tiştî bi cavekî rast û bêteref destê xwe deynin ser ûcdana xwe keda kesî înkar neyên paşê bi durîstîrêzdarê dîroka têkoşîna Kurdistanê bin, qirna nû bi diruşma ya hema dibê 'bijî,bijî' ji xeyrî wî ne bi dîroka xwe nase ne jî ziman parêze mixabin. Bi vî zêde bilind nefirin hûn serserîkî li erdê kevin wê pişta we bişkê bêguman.* ** *Hûn bi Kemalîstan re dikevin têkilîyê qey ev kedkarên doza Kurdayatîyê bi qasî Kemalîstan jî ne nêzî we ne ? Ev bêtemûlî ji bo çî ye ? Gotineke bapîran heye dibên 'bi vê qûşê hûn nikarin biçin Mûşê ' werin dev ji biçûkdîtinan û ji gefan berdin hemî welatparêzan hembêz bikin Yekitîya Kurda qewîn bikin ku ez jî ji we re rêzdar û dûakar bim. Bi silavên dostanî * 2010/10/28 Sait Pektas <[email protected]>
> Biraza Telhayê tîtal > > We nivîsa me an şaş xwendîye an jî şaş fêm kirîye.Me gotîye Îbrahîm Guçlû > ne Amedîye ji ber wê yekê Remzî Bocek nanase.Me serehatinê Remzî Bocek wek > mînakek da pêşberê wî. An na em li hemberê wî û sîyaserkirina wê dernakevin. > Sîyasetek yekgirtî û kurdewer em daxwaz dikin. Birakujîya germa germ bo niha > hatîye temirandin lê hinek hene dixwazin ji nû ve birakujÎyê vejînin. Eva > yek. > > A didoyan:Me tu gefan li kesê nexwarîye.Te ev yek ji ku derxist em tê > negihiştin. Em li ku, gef li ku mala Elê Evdê li ku! > > Bi saya serê babaegîtan, azadî û demoqrasî dê were tirkiyeyê lê hinek mirov > li wan babaegîtan nankorîyan dikin. Sifreya ku jê nan dixwin kêr lê > dikişînin. > > Nimûneyên wan nankoran di dîroka kurd û Kurdistanê da gelek hene. Em zêde > dûr û kûr neçin:Şex Seîdê gewre dema dest bi qiyama pîroz kir,ji Dara Hêne > hat Licê,Serdê heta nêzIgÎ Hezanê, gelo hûn dizanin hevalbendên wî lê çi > kirin? Ji gundê Hezanî a bi navçeya Licê a Amedê ve girêdayî,Şêx Selîm tev > mirîdên xwe wek milîsan li dijî Şêx Seîd şer kirin.Nameya mistefa kemal a di > vê dabaşê da hê jî malbata wî weka emanetek pîroz hemet dike. > > A ku bi me zor tê ev nakokîyên dîrokî ne.Îbo û şurekaya wî îro di wê rê da > di xwazin xwe beyan bikin, lê bi şiklek becayîşkirî.. îro eger fersend > têkeve destê hinek ji wan kurdan, faşîstên reş ên mîna bexçelî û ecewît > nekaribûn serok Ocalan helawisînin lê ew kurdokên me dê nehêlin bawîşk li > bikeve û dê bendê wî bikişînin.Binêrin meydana azadîyê wan babaegîtan çiqas > fireh kirine her kes tê da lotikan dide, heta dibin perdeya kurdewerîyê da > bi dexesî û hesûdî mixalefeta kurdewerîyê jî karin bikin. Ji darê mêwe > diçinin û dixwin lê weka dnoquro jî dixwazin koka darê çirûg bikin.Fehmîyê > Bilal (rehmeta Xwedê lê be) çi gotibû. > > Tu nedi min destî bivir > Ha ez ha ev kevir. > > Kurmê dara me ji dara me ye.Dinya alem wan kurman dinase lê ew kurm xwe > weka teyrê deveyê serê xwe di qûmê da ditemirînin û ew cîhana nûjen nabînin > ji wan wetrê cîhan jî wan nabîne. > > Biminin di xêr û xweşîyê da. > > Seîdê Sîsî . > Pirsa kurdî ye: Çêkiro bi xwe kiro, xerabkiro bi xwe kiro.Koçer nabêje dewê > min tirş e. > > Kesê pêşîya kesê negirtîye. Hûn dikarin Îbrhîm Guçlû jî, RTE jî,çi zanim we > kê xwestîye dikarin biparêzin.Lê tek xwestekek me heye:Rikêfê kurdan > mekin.Em îbo dinirxînin, êrîş navêjine ser wî û pel û hejgan tê wernakin. > > Derdê me besî me ye hûn pê nizanin. > > Bi silav, heskirin û daxwazîya serkeftinan. > > Seîdê Sîsî > > 2010/10/27 talha çek <[email protected]> > > *Brêz Sait,* >> *Îbrahîm Guçlî ku ne ji Amedê ye an li Qoçhîsarê ji dayîkê bûye,bi dîtina >> we rê ya sîyaseta Kuda li ber digre ne? Di nivîsa we de ev wate dertê an îma >> dikî. Ev çiqwas raste gelo ? Hîtaba we jî hedîdkare mixabin. Hewceya Îbrahîm >> Guçlî bi parastina min tune lê ez destê xwe didim ser ûcdana xwe nikarim van >> gefa qebul bikim. * >> * Ji bîr nekin wê ew roj jî were her kesek wê bi rûyê xweyê ne veşartî >> derkeve holê de hela kî li hember gelê Kurd rûreş e an rû sipî ye. Rastî ne >> di bin destura tu kesî de ye, mafê her Kurdî heye li ser rojevê û li ser >> pirsgirêkan azad ramanên xwe vebêje . Hûn çima ewqas ditirsin ez wî fêm >> nakim !* >> *Digel silav Û rêz* >> 2010/10/26 Sait Pektas <[email protected]> >> >> Birêz Xwendevan,rêvebir û rencberên Dîwanxaneya dilsoz! >>> >>> Ji kerema xwe ra li me biborin, ji ber ko nîvîsa me bi gelek çewtî û >>> xeletîyan hatiye şandin.Ev şandin ne bi vîna me bi karhatibû.Seranser bi >>> yanişî çêbûbû, lew ra nîvîs ne temam bûbû. Niha me nivîsa xwe temam kir û em >>> wê ji nû ve bo we bi rê dikin. >>> >>> Bi sailav, heskirin û rêzên ji kûrahîya dil û kurdewer. >>> >>> Seîdê Sîsî >>> >>> >>> >>> Îbrahîm Guçlû! >>> >>> Maşellah ji zatê Îbrahîm Guçlû ra! Wek Heseneyn Heykelê resen kurd ê >>> Misrî, li baya bezê di her babetê da fikrên xwe yên birsok bi raya giştî >>> a kurdemend ra parîve dike.Di her pênivîs livandina wî da an pelek heye bo >>> PKK û heskiryên wê an jî hejgek wî heye astengîyan diavêje pêşîya wan.Lê >>> Guçlû xebat û lebatek welê dike ku wek koremişkek ku di bin erdê da pozê xwe >>> li axê dixe, ji wî wetre dê dunyayê welgerîne û birûxîne lê axê bi serê xwe >>> da dadixine, dirijîne. >>> >>> >>> >>> Binêrin xwestina bi kurdî parasnameya KCKyîyan bi hesûdî dınırxîne. Wey >>> efendim divêya ku KCKyîyan bo parastina bi kurdi diberxwe bidayana.Ji wî >>> wetre ev ne rêxistinek bingehîn a sîyasî ye lê şûle rêxistinek xwendevanan >>> e. Kuro di ser dema me û DDKOyan da gelek sal û dem derbasbûne. Em dê dû >>> pirsîyaran ji Guçlû bikin: >>> >>> >>> >>> Yek:Madema tu weqasî xwezî û hijmekarê kurdî yî tu çima timî bi kurdî >>> nanivîsî? Em li dijî zimanê tirkî û tû zimanî nîn in lê berya her tiştî em >>> xizmetkar û hijmekarê zimanê xwe ne. >>> >>> >>> >>> Dido:Madema tu weqasî kurdewer î wek parêzerek te çima di doz û parastina >>> KCKyîyan da cih negirt? Te di doze da cih bigirtaya wê gave tû dikaribûn >>> xweştir û bi bandortir vê xwesteka parastina bi kurdî bianîbaya ziman. >>> Lewre tecrûba te hebûbû!!! Lê na! Hem kenar disekinî û hem ji miqlatikan >>> dibêjî. >>> >>> >>> >>> Li anagorê te ma KCKyÎ ne kurd in? CHP û MHP di hîmê xwe da herdû Jî >>> partîyên >>> sosyo-nijad faşîst in, di derkarê kurd û kurdistanê da dema xalek bête hole >>> herdû partî ji li dora tirkayetîya xwe dicivin û li dijî kurdan >>> radiwestin. Ma tû û yên ku wek te dihizirin hûn bi qasî wan sosyal faşîstan >>> jî ne hêşyar in? Kurdokên wek we hebin me hewce bi dijminên dî nîn e. Hûn >>> kurdok in û doza kurdayokîyê dikin.Lê bizanibin ku ev şûl ne şûlê lotîyan e, >>> di kuçeyên Amedê da bi dîroşmeyan ev gemî li ser deryayê sobeber nabe. >>> >>> >>> >>> Wele em pêşin bêjin te: Hak-parê te pak nekir, û kardepê te kar nekir û >>> partÎ û rêxistinê kurd ên mayî li te sitar nekirin.Te hemûyan ceriband lê tû >>> li viçoyê mayî.Te hinek belengazan dane dora xwe û propaxanda xwe bi wan da >>> dikî û ew jî ji te bawer dikin û ji t era li çepikan diixin. Tû ne Amedîyî >>> ji ber wê yekê jÎ Remzî Bocek nanasî. >>> >>> >>> >>> Di salên 1960an da li Amedê Remzî Bocek hebû. Merivek dîn bû. Lê di hizra >>> xwe da wî jî pilotqe dikir. Di qehwexaneyan da ji nîşka ve hildikişîya ser >>> kursîyek an jî maseyek û nitiq dida. Ehlê qehwexaneyê jê ra li çepikan >>> dixist û wî jî bi hişê xweyê kêm û ne sax xwe siyasetmedarek dihesiband. >>> >>> >>> >>> Li gore dîtina me tû li Amedê teqlîda Remzî Bocek dikî. Kuro li xwe >>> varqile! Kurdewerî ne wek te ye. Gidî qe şîretkiroxek tune ye li te şîretan >>> bike? Bawer bike ji pêş te ve em xecelet dibin, bi ber te dikevin. Tû çiqas >>> xwe bidirînî jî di çareserkirina pirsgirêka kurdî da tu kes xwe paxê te >>> nagire. Lê dîsa tû bidome. Heta vî temenê teyê por-herî tu welê hatî û tû dê >>> welê jî bidomî.Dewê te tirş e, gebola te kizîro bûye.Dîsa bila dewê te li >>> gebola te be. >>> >>> >>> >>> Em dil nadin lê dîsa em dê bêjin. Te xwe bi der daye. Heyf û sed mixabin! >>> Îro eger tû yek ji endamên wan xweşmêrên serê ne çîyayek, lê li serê heft >>> çiyan bûyayî jî bi teqîna tifingek tirtovirto an jî patpatokek ra te dê heta >>> Koçhîsarê banzbidaya. Kuro edê bes e xwe zêde mede dest û mede kifş kirin. >>> Hinek emegê te di oxira kurdayetÎyê da heye ewî jî heder meke. Me ecel ji >>> dest hev nîn e lê me gelek ji destê hevûdû dine.Me berê jî gotibû: >>> >>> >>> >>> Kerikê ker ajo, ew kî ye te diajo?! >>> >>> -- >>> - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke >>> ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki >>> azad bir u ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen >>> reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin >>> an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. >>> - Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu >>> yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her >>> millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. >>> Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler >>> onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda >>> Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: >>> http://groups.google.com.tr/group/diwanxane >>> >> >> -- >> - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke >> ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki >> azad bir u ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen >> reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin >> an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. >> - Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu >> yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her >> millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. >> Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler >> onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda >> Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: >> http://groups.google.com.tr/group/diwanxane >> > > -- > - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke > ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki > azad bir u ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen > reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin > an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. > - Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu > yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her > millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. > Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler > onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda > Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: > http://groups.google.com.tr/group/diwanxane > -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. - Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
