Birêz Xwendevan,rêvebir û rencberên Dîwanxaneya dilsoz!

Ji kerema xwe ra li me biborin, ji ber ko nîvîsa me bi gelek çewtî û
xeletîyan hatiye şandin.Ev şandin ne bi vîna me bi karhatibû.Seranser bi
yanişî çêbûbû, lew ra nîvîs ne temam bûbû. Niha me nivîsa xwe temam kir û em
wê ji nû ve bo we bi rê dikin.

Bi sailav, heskirin û rêzên ji kûrahîya dil û kurdewer.

Seîdê Sîsî



Îbrahîm Guçlû!

Maşellah ji zatê Îbrahîm Guçlû ra! Wek Heseneyn Heykelê resen kurd ê
Misrî,li baya bezê di her babetê da fikrên xwe yên birsok bi raya
giştî a
kurdemend ra parîve dike.Di her pênivîs livandina wî da an pelek heye bo PKK
û heskiryên wê an jî hejgek wî heye astengîyan diavêje pêşîya wan.Lê Guçlû
xebat û lebatek welê dike ku wek koremişkek ku di bin erdê da pozê xwe li
axê dixe, ji wî wetre dê dunyayê welgerîne û birûxîne lê axê bi serê xwe da
dadixine, dirijîne.



Binêrin xwestina bi kurdî parasnameya KCKyîyan bi hesûdî dınırxîne. Wey
efendim divêya ku KCKyîyan bo parastina bi kurdi diberxwe bidayana.Ji wî
wetre ev ne rêxistinek bingehîn a sîyasî ye lê şûle rêxistinek xwendevanan
e. Kuro di ser dema me û DDKOyan da gelek sal û dem derbasbûne. Em dê dû
pirsîyaran ji Guçlû bikin:



Yek:Madema tu weqasî xwezî û hijmekarê kurdî yî tu çima timî bi kurdî
nanivîsî? Em li dijî zimanê tirkî û tû zimanî nîn in lê berya her  tiştî em
xizmetkar û hijmekarê zimanê xwe ne.



Dido:Madema tu weqasî kurdewer î wek parêzerek te çima di doz û parastina
KCKyîyan da cih negirt? Te di doze da cih bigirtaya wê gave tû dikaribûn
xweştir  û bi bandortir vê xwesteka parastina bi kurdî bianîbaya ziman.
Lewre tecrûba te hebûbû!!! Lê na! Hem kenar disekinî û hem ji miqlatikan
dibêjî.



Li anagorê te ma KCKyÎ ne kurd in? CHP û MHP di hîmê xwe da herdû Jî  partîyên
sosyo-nijad faşîst in, di derkarê kurd û kurdistanê da dema xalek bête hole
herdû partî ji li  dora tirkayetîya xwe dicivin û li dijî kurdan radiwestin.
Ma tû û yên ku wek te dihizirin hûn bi qasî wan sosyal faşîstan jî ne hêşyar
in? Kurdokên wek we hebin me hewce bi dijminên dî nîn e. Hûn kurdok in û
doza kurdayokîyê dikin.Lê bizanibin ku ev şûl ne şûlê lotîyan e, di kuçeyên
Amedê da bi dîroşmeyan ev gemî li ser deryayê sobeber nabe.



Wele em pêşin bêjin te: Hak-parê te pak nekir, û kardepê te kar nekir û
partÎ û rêxistinê kurd ên mayî li te sitar nekirin.Te hemûyan ceriband lê tû
li viçoyê mayî.Te hinek belengazan dane dora xwe û propaxanda xwe bi wan da
dikî û ew jî ji te bawer dikin û ji t era li çepikan diixin. Tû ne Amedîyî
ji ber wê yekê jÎ Remzî Bocek nanasî.



Di salên 1960an da li Amedê Remzî Bocek hebû. Merivek dîn bû. Lê di hizra
xwe da wî jî pilotqe dikir. Di qehwexaneyan da ji nîşka ve hildikişîya ser
kursîyek an jî maseyek û nitiq dida. Ehlê qehwexaneyê jê ra li çepikan
dixist û wî jî bi hişê xweyê kêm û ne sax xwe siyasetmedarek dihesiband.



Li gore dîtina me tû li Amedê teqlîda Remzî Bocek dikî. Kuro li xwe varqile!
Kurdewerî ne wek te ye. Gidî qe şîretkiroxek tune ye li te şîretan bike?
Bawer bike ji pêş te ve em xecelet dibin, bi ber te dikevin. Tû çiqas xwe
bidirînî jî di çareserkirina pirsgirêka kurdî da tu kes xwe paxê te nagire.
Lê dîsa tû bidome. Heta vî temenê teyê por-herî tu welê hatî û tû dê welê jî
bidomî.Dewê te tirş e, gebola te kizîro bûye.Dîsa bila dewê te li gebola te
be.



Em dil nadin lê dîsa em dê bêjin. Te xwe bi der daye. Heyf û sed mixabin!
Îro eger tû yek ji endamên wan xweşmêrên serê ne çîyayek, lê li serê heft
çiyan bûyayî jî bi teqîna tifingek tirtovirto an jî patpatokek ra te dê heta
Koçhîsarê banzbidaya. Kuro edê bes e xwe zêde mede dest û mede kifş kirin.
Hinek emegê te di oxira kurdayetÎyê da heye ewî jî heder meke. Me ecel ji
dest hev nîn e lê me gelek ji destê hevûdû dine.Me berê jî gotibû:



Kerikê ker ajo, ew kî ye te diajo?!

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik 
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u 
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze 
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. 
 -  Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu 
yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. 
Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. 
Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger 
Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap