Bajo Ehmed!


         Bajo Ehmedo! Bajo, ji ber ku te bi wê  "bikurdîaxaftina" xwe ya
delal û zelal dilê me hemûyan, dilê me vê netewaya belengaz xweş kir. Te
dilê me yê ku ji ber vî zimanê şêrîn û bê xwedî mayî birîndar bûyî derman
kir. dermanê nojdarê... Dermanê Loqman Hekîm... Ew axaftina te wek nefesa Cenabê
Îsa birîna dilê me bi yekcarê derman kir. Dilê me yê ku ev dused sal in tî
bûyî te tasek ava cemidî, ava kaniyên zozanê jorî, yên Serhedê  li ser de
kir.

Te li dost û dijminan da qebûlkirin ku em ne "kart-kurt"ên di nav berfe dê
mayîn in.Em jî miletek in, em jî neteweyek in, wekî neteweyên dinê. Tu
kêmasiya me ji ya wan tune ye. Çawa mafê wan yê axaftinê, mafê wan yê
derbirîna hestan heye, heman welê mafê me jî heye em li her derê, li her
erda Xwedê biaxivin, welew ew erd Meclîs jî be.

Dema ez dibêjim "me hemûyan", zen meke ku ez behsa 40-50 milyon yetîmên vê
ummetê yên li çar parçeyan, di nav zext û zorê de dijîn tenê dikim. Erê ne
yên li ser erdê dijîn tenê... Te dilê yên li bin erdê, yên ji ber vê doza
pîroz şehîdbûyîn û yên ev kul di dilê wan de mayîn jî xweş kir. Lê xwezika
heft xwezika wê dema ku te axivî ez jî li wê derê bama. Min jî guhdarî te
kiriba.

Erê Ehmedo, ez bawerim ku niho;

Barzaniyê nemir digel Îdrîsê pakrewan di gorên xwe yên pîroz de ji bo te li
çepikan dixin.

Kalê Pîranî Şêx Seîd li ber Mizgefta Mezin ya Amedê bi te ser bilind e,

Giyanê Bedirxanê bê siûd û şans niho vegeriyaye hatiye li Bircabelek
rûniştiye û hem li ava Dîcleyê temaşa dike, hem jî guhdariya axaftina te
dike.

Qazî Muhemmedê hêja li meydana Çarçirayê li leşkerê xwînxar yên Îranî dike
qêr da guh bide dengê te.

Simkoyê qehreman piştî ku axaftina bihîst êdî li ber wê xwîna ku rijandiye
nakeve.

Îhsan Nûrî Paşa li ser çiyayê pîroz Agiriyê sekiniye, ji kêfa te tiqetiqa wî
ye û li te silav dike.

Seyîd Riza digel Nûrî Dêrsimî rûniştiye û dilşadiya xwe ji bo te tînê zimên.

Yado Axa hem wê berika ku berdabû hevjîna xwe Têlîya nazenîn jê derdixe, hem
jî jê re pesnê te dide

Ustad Seîdê Kurdî gazî Xelîl Xeyalî kiriye, li cem xwe daye rûniştandin û
behs behsa te ye.

Ehmedê Xani yê babê Kurd û Kurdayetiyê "Mem û Zîn"a xwe vekiriye û hestên
xwe yên li ser zimanê me yê dayikê dîsa dubare dike û holê dibêje: "Da xelk
nebêjin ku Ekrad, bê me'rîfet in, bê esl û binyad"

Mewlana Cizîrî Dîwana xwe vekiriye û kar dike ku ji te re holê bibêje: "Ger
lu'lûên mensûrî ji nezmê tu dixwazî, wer şi'rê Melê bibîn, tu ji Şîraz îçi
hacet?"

Elî Herîrî, Hacî Qadirê Kûhî û Feqiyê teyran li Fakulteya Wêjeya Kurdî de
civîneke li darxistine û biryar girtine ku doktoreya fexrî/rûmetî pêşkêşî te
bikin.

Dildarê ku ji dilê xwe birîndar e seba xatirê te qêr dike "Ey reqîb...", û
tirsê dixe dilê reqîbê netewaya Kurd yê vê demê jî

Cegerxwîn "Kîn e Em?" dibêje û destê Seydayê Tîrêj û Dilbirîn girtiye û bi
hev re direqisin.

Celadetê delal çavê xwe ji ser Hawarê rakiriye û berê xwe daye te û li te
heyran maye.

Şûr simbêlê Kamûranê qehreman nabirin. .

Erê Ehmedo, te evqas leheng ji xwe memnûn kirine.

Naxwe bajo, bajo, bajo... Rêka te dûr e. Guh nede wan kesên ku li ber axaftina
te re parazîtê dikin. Ewana bi ecza dilê wan re bihêle. Bila bi kîna dilê
xwe ve bijîn. Ew kesana nikarin berê xwe bidin ronahiyê. Ji ber ku mîna
şevşevokan in, ji ronahiyê hez nakin.

Bila ew axaftina te, axaftina we bidome, bidome. Li her derê bidome.

Silav û rêz

                                                                  Dilkulê
Cizîrî

--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap